Li Stenbolê avahiyek rûxiya: Parêzgariyê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) – Li Taxa Zaferê ya navçeya Bahçelîevlerê ya Stenbolê avahiyeke 4 qatî rûxiya.

Piştî agahîwergirtinê AFAD, tîmên agirvemirandinê û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên AFADê heta vê kêliyê jî xebatên xwe didomînin.

Parêzgariyê daxuyanî da

Parêzgariya Stenbolê li ser bûyerê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku mirî û birîndar nînin.

Parêzgariyê diyar kir ku avahî sala 1980yî hatiye lêkirin û got:

“Hat tesbîtkirin ku mirî û birîndar nînin, herwiha kes di bin kavilan de jî nemaye.

Avahiyên derdorê bi armanca tedbîrê hatine valakirin û tedbîrên ewlehiyê hatine wergirtin.”