Mehmet Ozhasekî: Zerera maddî ya erdhejê derdora 100 milyar dolar e

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Keşûhewayê yê Tirkiyê Mehmet Ozhasekî ragihand ku zerera maddî ya erdhejên 6ê Sibatê derdora 100 milyar dolarên Amerîkî ye û got: “Em dikarin van hemû zereran qerebû bikin, lê me zêdeyî 50 hezar welatiyên xwe ji dest dan û jibîrkiina êşa wan qet ne asan e.”

Wezîrê Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Keşûhewayê yê Tirkiyê Mehmet Ozhasekî roja Sêşemê 27ê Hezîrana 2023an li bajarê Kayseriyê yê Tirkiyê  derbarê zerer û ziyanên bi navçeyên erdhejên 6ê Sibatê de axivî.

Ozhasekî ragihand ku di erdhejê de li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bi giştî 850 hezar yekeyên serbixwe yên niştecihbûnê hilweşiyane û divê ji nû ve bên avakirin û got: “Ev tê wê wateyê ku em 5 heta 7 bajarên weke Semsûr, Meletî û Osmaniyeyê ji nû ve ava bikin.”

Mehmet Ozhasekî amaje bi wê yekê da ku  erdhejê bi giştî derdora 100 milyar dolar zererên maddî gihandiye aboriya Tirkiyê û got: “Em dikarin van hemû zereran qerebû bikin, lê me zêdeyî 50 hezar welatiyên xwe ji dest dan û jibîrkiina êşa wan qet ne asan e.”

Wezîrê Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Keşûhewayê yê Tirkiyê diyar kir ku ew dê li navçeyên erdhejê li hinek navçeyan avakirina avahiyan qedexe bikin û got: “Ev ne li gor xwestekê ye. Eger li cihekê hêla erhejê hebe an ew hêl şikestibe û livûtevger  herdemekê li ser pêkan be destûr dayîna avakirina avahiyan li wî cihî dînîtiye.”

Mehmet Ozhasekî di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku wan weke wezaret li navçeyên erdhejê îhaleya 170 hezar avahiyên hilweşiyayî pêkanîne û got: “Avakirina wan berdewam e. Ev hejmar dê bigihe 300 hezar û em dê di nava salekê de radest bikin.”

Roja 6ê Sibata 2023an 2 erdhejên  7.7 û 7.6 yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê çêbûn ku navenda wan li navçeyên Bazarcixê û Elbistanê yên Mereşê bûn. Ew erdhej  ji bilî Mereşê li 10 parêzgehên  din ên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê jî  bûn sedema canjidestdan û wêrankariyên mezin. Di erdhejên 6ê Sibatê de li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi giştî zêdetirî 50 hezar kesan canê xwe ji dest dan û bi deh hezaran kes jî birîndar bûn. Erdhejan li wan 11 parêzgehan bi giştî  bandor li 13.5 milyon kesan kir û li gor Neteweyên Yekbûyî 1.5 milyon kes bê mal û hal hiştin.