Mehmet Şîmşek: Me ji bo bihêzkirina yedekan lez daye xebatên dabînkirina çavkaniyên derve

27-06-2023
Ferdî Sak
Nîşan Mehmet Şîmşek
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Darayî yê Tirkiyê Mehmet Şîmşek ragihand ku wan ji bo bihêzkirina yedekên dirav ên Banka Navendî ya Tirkiyê lez daye xebatên dabînkirina çavkaniyên derve û got: “Yedekên navdewletî heftiya borî bi zêdebûna 8.5 milyar dolarî rekora xwe dîrokî ya heftiyane tomar kir.”

Wezîrê Darayî yê Tirkiyê Mehmet Şîmşek roja Sêşemê 27ê Hezîrana 2023an li ser hesaba xwe ya medyaya civakî derbarê rewşa aboriya Tirkiyê û yedekên Banka Navendî ya Tirkiyê de daxuyaniyek belav kir.

Şîmşek ragihand ku di heftiyek dawî de yedekên dirav ên Banka Navendî ya Tirkiyê bi zêdebûna 8.5 milyar dolarî rekora xwe dîrokî ya heftiyane tomar kiriye.

Şîmşek da zanîn ku wan ji bo bihêzkirina yedekên Banka Navendî ya Tirkiyê lez dane xebatên dabînkirina çavkaniyên derve û got “Vegerîna bo polîtîkayên rasyonel dê pêngav bi pêngav berdewam bike.”

Wezîrê Darayî yê Tirkiyê herwiha got ew dê girîngiyê bidin bikaranîna lîreyê Tirkî jî û got: “Di vê çarçoveyê de em dê stopaja piştevaniyê ya razandina pereyên xwe bi lîreyên tirkî di banekeyan de ya li gor nirxê dirav heta dawiya salê dirêj bikin.”

Daketina lîreyê Tirkî li hember dolar û diravên biyanî berdewam e û yek dolarê amerîkî niha 26 lîreyên tirkî derbas kiriye. Di demekê de ku ev rewş bandorek nerênî li ser aboriya Tirkiyê û bihayê kelûpelan dike berpirsên aboriya Tirkiyê, ji bo sererastkirina vê rewşa aborî dest bi hewildanan kirine. Opozîsyon behsa wê yekê dike ku yek ji sedemên sereke yên daketina nirxê lîreyê Tirkî ew e ku yedekên banka navendî hemû hatine xerckirin û niha di jêr sifrê de ne. Wezîrê Darayî yê Tirkiyê Mehmet Şîmeşek ji bo dabînkirina çavakaniyên derve  û bihêzkirina yedekên Banka Navendî  dest bi serdana welatan kiriye. Di vê çarçoveyê de heftiya borî ligel cîgîrê Serokkomarê Tirkiyê serdana Îmaratê kiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst