Parêzgarê Hatayê rê neda Umît Ozdag ku li ser sînorê Sûriyê mayînekê deyne

27-06-2022
RÛDAW
Pirsa penaberên Sûrî nakokiya navbera desthilat û opozisyonê kûrtir kiriye
Pirsa penaberên Sûrî nakokiya navbera desthilat û opozisyonê kûrtir kiriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmara zêde ya penaberên Sûrî li Tirkiyê û dirêjbûna dema mana wan, bûye yek mijarên serekî ku di navbera desthilat û opozisyonê de dibe cihê nakokiyê. Serokê Partiya Zaferê Umit Ozdag, ji bo parastina ewlekariya sînorên di navbera Tirkiye û Sûriyê de, xwest îro ligel şandekê biçe bajarokê Reyhanli yê ser bi parêzgeha Hatayê ve û li ser sînor mayinekê deyne. Parêzgarê Hatayê rê li ber girt û bû sedema acizbûna serokê wê partiyê.

Bajarê Hatayê hejmareke zêde a wan penaberan hewandi ye û Serokê Partiya Zaferê Umîd Ozdag ew parêzgeh û parêzgarê wê ji xwe re kiriye armanc.

Serokê Partiya Zafer Umit Ozdag got: “Li Hatayê, li Reyhanliyê, li ser sînorê Tirkiye-Sûriyê mînekê dideynin, eger çûn ser desthilatê jî wî karî temam dikin.”

Li Tirkiyê pirsa koçber û penaberan, bi taybetî jî mijara penaberên Sûrî nakokiya navbera desthilat û partiyên opozisyonê kûrtir kiriye.

Serokê Partiya Zafer bi hinceta ku asayîşa sînorên navbera Tirkiye û Sûriyê parastî be, roja Duşembê 27ê Hezîranê ligel şandekê xwest biçe bajarokê Reyhanli ser bi parêzgeha Hatayê û li ser sînor mînekê deyne.

Bi fermana Parêzgariya Hatayê, rê li ber hat girtin, karek ku bû sedema acizbûna serokê wê partiyê.

Serokê Partiya Zafer Umit Ozdag got: “Li parêzgehê 700 hezar Sûrî hene, di nav wan de terorîstên DAIŞê û endamên Qaîde. Hun nahêlin parlamenterekî Tirk biçe bajarekî Tirk ku 700 hezar Sûrî lê ne? Bila ev jî lekeyeke din be bo parêzgarê Hatayê.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyaman Soylu roja Yekşembê li Izmîrê rexneyên dijwar li Serokê Partiya Zafer girtin û ew wek dardestê saziyên îstixbaratî yên navdewletî bi nav kir. Suleyman Soylu behsa hewldanên hikûmeta welatê xwe bo vegerandina koçberên Sûrî û bicîhkirina wan li sînorê Girê Spî, Serê Kaniyê, Efrîn û çend navçeyên din kir.

Suleyman Soylu got: “Bi alîkariyên mirovî yên sindoqên navdewletî, 240 hezar xanî bi hemû pêdiviyên wan, herwiha nexweşxane û dibistan li Cerablusê, Bab, Ezaz, Girê Spî û Serê Kaniyê amade dikin.”

Di sala 2011an de ligel destpêkirina şerê navxwe yê Sûriyê, koça xelkê beşekî Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bo Tirkiyê destpê kir. Heta niha 510 hezar ji wan bo Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdustanê û navçeyên din ên jêr desthilata grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê hatine veguhestin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst