Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 781 tax bo biyaniyan hatin qedexekirin

27-06-2022
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Tirkiye Qedexekirina Taxan Biyanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Idareya Koçê ser bi Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku li hejmarek parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 781 tax bo tomarkirinên nû yên kesên biyanî hatine qedexekirin.

Di çarçoveya vê biryarê de li Rihayê 124, li Dîlokê 117, li Hatayê 76, li Kilisê 75, li Edenê 50, li Mersinê 39, li Stenbolê 35 û li Mêrdînê jî 35 tax bo nîştecihbûna kesên biyanî hatine qedexekirin.

Herwiha li 11 parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê jî 55 tax û li 35 parêzgehên din ên Tirkiyê jî 168 tax bo niçtecihbûnê hatine qedexekirin.

Hefteya borî Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu di civîna li Navenda Paşdeşandina Koçberan de gotibû ji 1ê Temûza 2022ê û pê ve dê rêjeya biyaniyan li hinek taxan ji %25ê bo %20 bê kêmkirin û 1200 tax jî li ber nîştecihbûna wan bên girtin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst