Îro Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê radestî Îmamoglu tê kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Îro postê serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê radestî Ekrem Îmamoglu tê kirin.

 

Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê Parêzgeha Stenbolê ve hatiye belavkirin, amaje bi wê yekê hatiye dayîn ku merasîm demjimêr 18:00ê roja Pêncşema 27ê Hezîrana 2019ê li avahiya Saraçhane ya Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê tê kirin.

 

Ekrem Îmamoglu bi rêya torên civakî daxwaz ji xelkê Stenbolê kir ku ji bo beşdarî merasîmê bibin li ber avahiya Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê amade bibin.

 

Îmamoglu roja 23ê Hezîranê bi bidestxistina 806 hezar û 426 deng zêdetir ji Binalî Yildirimê hevrikê xwe, wek Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hat hilbijartin.