Li Mûşê deng dîsa têne hejmartin

27-06-2018
RÛDAW
Nîşan HilbijartinTirkiye Mûş HDP AK Partî
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê li ser îtiraza AK Partiyê hemû deng dîsan tên hejmartin.

 

Serokatiya Bajêr a Mûşê ya AK Partiyê ji ber hinceta di encamên hilbijartinê de "xeletî heye" serî li Lijneya Hilbijartinê ya Navend a Bajêr da.


Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr daxwaznameya AK Partiyê qebûl kir û biryar da ku deng dubare bên hejmartin


Heimartina dengan dest pê kir.


Li Mûşê li gor encamên destpêkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi rêjeya ji sedî 54.48 3 kursî û AK Partiyê bi rêjeya ji sedî 32.40 kursiyek bidest xistibû.


24ê hezîranê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartina serokomarî û hilbijartinên giştî yêngera 27an a parlementoyê hat kirin. Ji sedî 86.2 beşdarî di hilbijartinan de bûye.


Di hilbijartinên 24ê hezîranê de 51 milyon û 178 hezar û 630 dengder çûne ser sindoqan. Ji dengên hatine dayîn 50 milyon û 125 hezar û 400 hate qebûlkirin û milyonek û 53 hezar deng jî hatine betalkirin.

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst