Bozdag: Bi Ocalan re hevdîtin nehatiye kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag derbarê îdîayên ku tê gotin desthilatê ligel Ocalan hevdîtin kiriye daxuyaniyek da. Bozdag got, “Bi Ocalan re hevdîtin nehatiye kirin.”

Di pêvajoya hilbijartinê de yek ji wan  mijarên ku herî zêde kert rojevê jî mijara hevdîtina desthilata Tirkiyê ligel Rêberê PKKê Abdullah Ocalan e ku niha li Girtîgeha Îmraliyê girtî ye. Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag dibêje ew îdîa ne rast in.

Bozdag li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsiye, “Li Îmraliyê ligel serkêşê terorîstan ti hevdîtin nehatiye kirin. Berovajiya wê ew îddîa bi zanebûn tên belavkirin daku piştgiriya rêxistina terorê ya bo Kiliçdaroglu bê veşartin. Roj bi heriyê nayê seyandin. Ti derewek nikare piştgiriya rêxistinên terorê ya bo Kiliçdaroglu veşêre.”

Di dema pêvajoya propagandeya hilbijartinan de gelek caran hat gotin ku desthilata AK Partiyê li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtin ligel Ocalan kiriye daku piştgiriyê bide wan, desthilat jî van îddîayan red dike û dibêje, “Rêxsitinên terorê piştgiriya Kiliçdaroglu dikin.”