Du rapirsî, du encamên cuda

27-05-2023
RÛDAW
Nîşan ‌Hilbijartin 2023 Rapirsî Lêkolîna Betimar Lêkolîna ORC Kemal Kiliçdaroglu Recep Tayyîp Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kompanyaya Betimarê û Kompanyaya ORCê yên rapirsiyan rapirsiyên xwe yên herî dawî belav kirine lê amarên kompanyeyan ji hev cûda ne.

Gera duyemîn a hilbijartina serokkomariya Tirkiyê sibe 28ê Gulanê tê kirin û dengdan dê demjimêr 08:00 heta 17:00 berdewam be. Du kompanyayên rapirsiyan jî rapirsiyên xwe yên herî dawî belav kirine lê amarên kompanyeyan ji hev cûda ne.

Li gor rapirsiya Kompanya Betimarê ya derbarê hilbijartina 28ê Gulanê ya serokkomariya Tirkiyê de Recep Tayyîp Erdogan bi wergirtina %52.19ê dengan dibe serokkomarê 13emîn ê Tirkiyê. Lê li gor rapirsiya ORCyê jî Kemal Kiliçdaroglu rêjeya %51.4 bi ser dikeve.

Li gor rapirsiya Kompanya Betimarê ku di 14ê Gulanê de texmîna herî nêzîk kiribû, rêjeya dengên berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayip Erdogan %52.19 û rêjeya dengên berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu jî %47.81 in.

Li aliyê din li gor Kompanya ORCê rêjeya dengên Kiliçdaroglu %51.4 û rêjeya dengên Erdogan jî %48.6 e.

Rapirsiya Betimarê di 25 û 26ê Gulanê de li 81 parêzgehan û ligel 6 hezar û 601 kesan bi rêya peywendiya telefonê hatiye kirin. Rapirsiya ORCê jî di 24 û 25ê Gulanê de li 28 parêzgehan û ligel 3 hezar û 950 kesan bi awayekî rûbirû hatiye kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst