Hemû dengên derve gihiştin Tirkiyê

27-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Dengên Derve
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji bo hilbijartina gera duyema a serokkomariya Tirkiyê ku dê sibe bê kirin dengên ku li derveyê wî welatî hatine dayîn bi giştî gihiştin Tirkiyê.

Dengên dengdana gera duyemîn ên li nûnerêtiyên Tirkiye ku li 73 welatan, 20ê Gulanê destpê kiribû û 24ê Gulanê bidawî bûbû, îro şemiyê 27ê Gulanê di nav kîsên mohrkirî de gihiştin Tirkiye.

Zerfên dengên ji derve di nav kîsên hatîn mohrkirin de li jêr çavdêriya nûnerên partiyên siyasî bi balafiran bo firokexaneya Stenbolê hatin şandin.

Dengên ku gihiştine firokexaneya Stenbolê li jêr çavdêriye erkdaran birine Serokatiya Herêma Hilbijartinên Derveyî Welat. Li jêr çavdêriya dozger û karbidestên Wezareta Derve de hatine tomarkirin.

Lê dengdana li deriyên sînorî bi dengdana giştî re ku dê 28ê Gulanê bê kirin dê heta demjimêr 17:00 berdewam bike.

Di gera yekem a hilbijartina parlamentoyê û serokkomariyê de li nûnertiyên derveyî Tirkiyê û li deriyên sînorî bi tevahî milyonek û 839 hezar û 470 kesan deng dabûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst