Soylu: Em li Sûriye û Iraqê leşkerên Amerikayê nahêlin

27-05-2023
RÛDAW
Nîşan Suleyman Soylu ‌Hilbijartin 2023 PKK PYD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu diyar kir ku bi saya Erdogan Tirkiye aram bûye û di nav 5 salên bê de li Sûriye û Iraqê ne leşkerên Amerikayê û ne jî PKK û PYDê dihêlin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu li parêzgeha Stenbolê beşdarî “Hevdîtina Sînopiyan” bû û di çarçoveya hilbijartina 28ê Gulanê de behsa rola Serokkomarê Tirkiye Recep Tayip Erdogan di pêşveçûna Tirkiyê de kir.

Soylu îddîa kir ku êdî Tirkiye ne welatekî bi fermana hinek kes û welatan tevbigere û rexne li Amerikayê girtin ku dixwaze “li Suriye û Iraqê dewleteke terorê” ava bike.

Suleyman Soylu wiha axivî “Gotin em dê li bakurê Iraq û Sûriyê dewleteke terorê ava bikin û ji bo wê jî divê Mehmetçik ji wan herêman vekişin. Gelekî zelal e ku ev ferman a Amerikayê ye. Ya bi hezaran barhilgiran dişîne wê derê jî Amerika ye. Yên em dijî wan şer dikin ne PKK û PYD ne. Ez eşkere dibêjim, li Sûriye û bakurê Iraqê PKK û PYD nîne. Em baş dizanin dijî me Amerika heye. 29ê Cotmeha 2023an bi serokatiya Erdogan li çiyayên welatê me dê yek terorîst nemîne. Herwiha di nav 5 salên bê de em dê li wê derê ne leşkerên Amerikayê ku ji xwe re kiriye sergo û ne jî PYD û PKKê bihêlin. Aramî û ewlekariya derdora welatê me bi destûra Xwedê dê bi serkirdeyê cîhanî Recep Tayip Erdogan pêk bê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst