Erdogan: Bila BDP û HDPê zarokên revandî ji PKKê bistînin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan, ji BDP û HDPê xwest, zarokên ku ji aliyê PKKê ve “hatine revandin” ji PKKê bistînin û radestî malbatên wan bikin eger vê yekê nedin dê “pilanên B û C” li hember wan bikeve piratîkê. PKKê jî dibêje, wan zarokên ti kesî bi darê zorê nebirine ji ber ku yê tevlî PKKê dibin bi dilê xwe tên.

Ev çend roj in li ber avahiya Şaredariya Amedê, komek malbat bi hêceta ku PKKê zarokên wan bi zorê tevlî xwe kiriye, çalakiya rûniştinê pêk tînin û ev çalakî heta niha jî didome.

Ev mijar çendîn roj e di rojeva partiyên siyasî û medyaya Tirkiyê de ye.

Serokwezîrê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Receb Tayîb Erdogan jî îro di komcivîna partiya xwe li parlamentoyê behsa “revandina zarokan” ji aliyê PKKê ve kir û ji BDP û HDPê xwest, zarokên ku hatine birin ji PKKê bistînin û radestî malbatên wan bikin.

Erdogan, diyar kir ku eger HDP û BDPê vê yekê nekin wê çaxê ew dê pilanên xwe yên B û C bixin piratîkê lê li ser naveroka pilanên B û C zêde agahî neda.

Ji aliyekî din, Hêzên Parastina Gel (HPG) ku wek baskê çekdarî yê PKKê tê nasîn, di daxuyaniyekê de ku li ser malpera ANFê hat belavkirin, ragihand ku hêzên wan zarokên ti kesî bi zorê nebirine ji ber ku kesên ku tevlî wan dibin bi dilê xwe tên.

HPGê her wiha îdiayên revandina zarokan wek “pilana dewletê û şerê taybet” e û divê malbatên welatparêz neyên lîstokan dewletê.

Hat zanîn ku Serokê Giştî yê BDPê Selahedîn Demîrtaş, dê sibê bi malbatên ku ji ber zarokên xwe li ber avahiya Şaredariya Amedê ketine girevê, hevdîtin pêk bîne.