Weqfa Îsmaîl Beşîkçî Konferansa Jinan li dar xist

27-05-2014
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Stenbol (Rûdaw)- Li Stenbolê li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî Konferansa Jinan a 2014an hate lidarxistin.

Di konferansa ku du rojan berdewam kir, beşdar li ser pirsgirêkên jinan sekinîn. Di roja destpêkê de mijara rewşa jinan ya di dema serdema kapîtalîzmê ji hêla beşdaran ve hate nîqaşkirin. Dîsa beşdaran tecrûbeyên têkoşîna azadiya jinan ya navneteweyî kirin mijara nîqaşê.

Mijareke din ku di konferansê de derkete pêş di medyayê de zayendîtî bû. Beşdar pirsên gelo medya jinê çawa dike mijar? Jin di reklaman de bi çi awayî tên dîtin? Kirin û li bersiva wan geriyan.

Konferans bi nîqaşên Îslamofobî û azadiya jinan û li hember zayendîtiyê şeklê têkoşînê bi dawî bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst