Li Îzmirê agir bi avahiyeke mezin ket

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Narlidere ya ser bi parêzgeha Izmirê ya Tirkiyê agir bi sîteyeke 4 blokî ket ku heta niha sedema wê nehatiye zanîn.

Li gor agahiyan roja Pêncşemê 27ê Nîsana 2023an li navçeya Narlidere ser bi parêzgeha Izmirê di qatê 8emîn ê sîteyeke 4 blokî agir derket û di demeke kurt de li hemû avahiyê belav bûye.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê û tendirûstiyê çûne cihê bûyerê û  dest bi kar û xebatê kirine ku welatiyan ji avahiyê derdixînin.

Li gor zanyariyan dem bi dem dengê teqînan jî tê û tîmên agirvemirandinê hewl didin agir kontrol bikin.

Derbarê zerara canî de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.