Human Rights Watch: Berpirsên sînorî yên Tirkiyê Sûriyan dikujin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) ragihand ku berpirsên sînor yên Tirkiyê welatiyên Sûrî dikujin û li ser vê mijarê daxwaza lêpirsînê kir.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) li ser binpêkirina mafên Sûriyan li sînorê Tirkiyê raporek belav kir.

HRW di daxuyaniya xwe de dibêje, “Hikûmeta Tirkiyê kuştinê derveyî hiqûqê jî di nav de divê derbarê berpirsên sînor de yên ku mafên mirovan yên Sûriyan binpêkirine lêpirsîn bide destpêkirin.”

HRW di daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê dide ku berpirsên sînorê Tirkiyê bêyî ku cûdahiyê bike gule li sivîlên Sûrî direşînin û îşkencê li koçberên ku dixwazin derbasî Tirkiyê bibin kirine. Herwiha di daxuyaniya xwe de daxwaza lêpirsînê dike û polîtîkaya cezanekirinê rexne dike.

Li gor rapora HRWê 11ê Adara 2023an grupeke Sûrî ku ji 8 kesan pêk dihat dema xwestine derbasî Tirkiyê bibin rûbirûyê îşkenceya berpirsên sînor yên Tirkiyê bûne û 2 kesên hatine desteserkirin canê xwe ji dest dane ku yek ji wan zarok bûye. Herwiha kesên din jî bi giranî birîndar bûne.

Di raporê de tê gotin, “Li gor hatiye ragihandin derbarê 6 berpirsên sînor de bi vê îdîayê lêpirsîn hatiye destpêkirin. 13ê Adarê jî berpirsekî sînor yê Tirkiyê kesekî 59 salî ku zeviya xwe cot dikir kuştiye. Lê li ser vê bûyerê ti zanyariyek nîne û lêpirsînek jî diyar nîne. Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirov 20ê Nîsana 2023an ji bo derbarê van her du bûyeran de zanyariyan werbigre name bo Wezîrên Dadê, Navxwe û Berevaniyê yên Tirkiyê şandiye.”

Li gor amarên Çavdêriya Mafên Mirov a Sûriyê (SOHR) ji destpêka sala 2023an û heta niha li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê berpirsên sînor bûne sedema mirina 11 kesan û birîndariya 20 kesan.