Hilbijartinên Tirkiyê: Ala, welat û neteweperwerî mijarên sereke yên propagandaya aliyên siyasî ne

Hewlêr (Rûdaw) – Ji bo hilbijartinên serokkomariyê û parlamentoyê ya Tirkiyê 17 roj mane. Bangeşeya aliyên siyasî û hevpeymaniyan berdewam e. Berbijêrê hevpeymaniya Milet bo posta serokomariya Tirkiyê Kemal Kiliçdaroglu li Burdurê  got ku 2 xetên wan ên sor hene, ala û welat. 

Ev gotinên Kiliçdaroglu di demekê de ne berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayîp Erdogan van rojan bi berdewamî ji ber peyamên piştevaniyê yên berpirsên HDPê bo Kiliçdaroglu, Hevpeymaniya Millet bi wê yekê tohmetbar dike ku ji Qendîlê piştevaniyê werdigire.

Ala û welat du têgehên sereke ne ku berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu van rojan di mitîngên xwe yên li bajarên Tirkiyê de ji bo bidestxistina dengên nijadperestên Tirkiyê li meydanan bilind dike. Roja Sêşemê piştî ku li Burdurê bi silava gurê boz a sembola nîjadperestên Tirk welatiyek silav kir,  di mîtînga xwe ya roja Çarşemê ya li Afyonê de jî li ser neteweperweriyê rexne li desthilatê girtin.

Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu anî ziman, “2 xetên me yên sor hene, alaya me û welatê me. Bêyî ku em dûdil bibin em dê bo wan biçin mirinê. Em qet dest ji alaya xwe û welatê xwe bernadin. Ji ber wê jî ez bi başî  dizanim ew çi dikin. Neteweperweriya wan çîrok e.”

Ev gotinên Kiliçdaroglu di demekê de ne berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan van rojan bi berdewamî ji ber peyamên piştevaniyê yên berpirsên HDPê bo Kiliçdaroglu, Hevpeymaniya Millet bi wê yekê tohmetbar dike ku ji Qendîlê piştevaniyê werdigire.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan got, “Niha maseya baybay Kemal ji çend kesan pêk tê? Destpêkê 6 bûn, piştre bûn 7 û piştre jî bûn 9. Lê hevbeşên wê yên nediyar jî hene. Ev hevbeşên wan ji kê pêk tên? Ji aliyên Qendîlê yên li Parlamentoyê jî pêk tên. Ev welat ne welatekî terorê ye. Divê hûn van li her derê bibêjin. Ev welat ne dewletekî terorê ye û nabe.”

Lê Hevpeymaniya Millet van tohmetan red dike û ew jî bi  hevahengiya Hevpeymaniya Cumhur a ligel  Partiya Doza Azad (HUDAPAR) bersiva rexneyan dide.

Serokê Şaredariya Enqerê Mansur Yavaş anî ziman, “Nerînên PKKê diyar in, belê federasyonê dixwaze , ligel alê pirsgirêkên wê hene ligel tirkbûn û komarê pirsgirêkên wê hene. Baş e nerînên HUDAPARê çi ne? Ew jî heman in, çi ferqa wan heye.”

Hevseroka HDPê û berbijêra Partiya Çep a Kesk YSPê Pervîn Buldan jî ku partiya wê bûye karteke guvaş û rexneyê di dest Hevpeymaniya Cumhur de li dijî Hevpeymaniya Millet, ji Wanê li ser mijara neteweperweriyê peyamek ji bo aliyan hebû.

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan got, “Mijara netewî  û xwecihî bi taybet van rojên dawî gelek tînin ziman. Em jî dixwazin ji Wanê vê bo wan bibêjin, otomobîleke we ya neteweyî û xwecihî ya bi navê TOG heye, em dê 14ê Gulanê we li otomobîla we ya neteweyî û xwecihî siwar bikin û we hemûyan rêwî bikin û bişînin.”

17 roj bo hilbijartinên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê li pêşiya aliyên siyasî ne. Di van rojên dawî de zimanê meydanan li ser nerîna dengderên bê biryar diyarker e. Lê helwesta  vê dawiyê ya Kemal Kiliçdaroglu û bi taybet bêdengiya wî li ser operasyonên li Bakurê Kurdistanê, beşek ji dengderên Kurd nîgeran û dûdil kirine ku 14ê Gulanê mohra erê li ser navê wî bidin.