Parlamenterê MHPê: HUDA PAR ne partiyeke Hevpeymaniya Cumhur e

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterekî Partiya Tevgera Netweperest a Tirkiyê (MHP) ku partiya wî yek ji partiyên Hevpeymaniya Cumhur e ragihand ku Partiya Doza Azad  (HUDAPAR) ne di nav hevpeymaniya wan de ye û got: “Em ne ligel HUDA PARê hevdîtinan dikin, ne jî ligel wan dibin.”

Nîqaşên li ser hevahengiya HUDA PARê ya ligel Hevpeymaniya Cumhur di hilbijartinên 14ê Gulanê de berdewam in.

Wekîlê Serokê Parlamentoya Tirkiyê û parlamenterê Stenbolê yê MHPê Celal Adan ku partiya wî yek ji partiyên sereke yên Hevpeymaniya Cumhur e, derbarê hevhangiya Hevpeymaniya Cumhur a ligel HUDA PARê di bernameyeke televîzyonî de bersiva çend pirsan da.

Adan ragihand ku HUDA PAR ne di nav Hevpeymaniya Cumhur de ye û got: “ Ti peywendiya HUDAPARê  bi Hevpeymaniya Cumhur re nîne.”

Celal Adan got: “Berbijêrên HUDAPARê ji AK Partiyê berbijêr in. Em ne ligel HUDA PARê hevdîtinan dikin ne jî ligel wan dibin. Wek berbijêr tên nîşandan. Ew jî dibêjin em li dijî terorê ne û hinek tiştan dibêjin. Lê ji lîsteyên AK Partiyê berbijêr in. ”

Wî parlamenterê MHPê ameje bi wê yekê jî da ku wan mîtîngên xwe yên hilbijartinê ji ber erdhejê ragirtine û got: “Me li hinek cihên Tirkiyê mitîngên xwe pêk anîn. Dema di vê pêvajoyê de erdhej çêbû me mitîngên xwe ragirtin.”

Partiya Doza Azad (HUDAPAR) partiyeke îslamî ya Bakurê Kurdistanê ye. HUDA PARê biryar daye di hilbijartinên 14ê Gulanê yên parlamenteriyê de berbijêrên wê ji lîsteyên AK Partiyê beşdarî hilbijartinan bibin û di hilbijartinên Serokkomariyê de jî piştevaniya berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayîp Erdogan dike.

Lê vê dawiyê bûye kartek rexne û guvaşê ku Hevpeymaniya Millet li dijî Hevpeymaniya Cumhur bikar tîne. Beşek ji serokên partiyên wê Hevpeymaniya Millet, HUDA PARê “wek berdewamiya rêxistina Hizbullahê” dibînin û li ser vê yekê rexneyan li AK Partî û Hevpeymaniya Cumhur digirin. 

Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî van rojan bi berdewamî  li meydanan ji ber peyamên piştevaniyê yên berpirsên HDPê bo Kemal Kiliçdaroglu, Hevpeymaniya Millet bi wê yekê tohmetbar dike ku ji Qendîlê piştevaniyê werdigire û herwiha Hevpeymaniya Millet bi peywendiya ligel “terorê” tohmetbar dike. Hevpeymaniya Millet jî van tohmetan red dike.