Mîtînga Erdogan a Mêrsînê hat paşxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Mîtînga Mêrsînê ya Serokkomarê Tirkiyê û berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur bo gera nû ya serokkomariya wî welatî Recep Tayyip Erdogan ku rewşa wî ya tendirustiyê di bernameyeke zindî ya televîzyonî de têkçûbû, hat paşxistin.

Şeva Sêşemê 25ê Nîsana 2023an di bernameyeke televîzyonî de rewşa tendirustî ya Serokkomarê Tirkiyê û berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur bo wê postê Recep Tayyip Erdogan têkçûbû û beşek ji bernameyên wî ji ber sedemên rewşa wî ya tendirustiyê hatibûn hilweşandin.

Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Parlamenterê Stenbolê yê wê partiyê Erkan Kandemîr, roja Çarşemê  26ê Nîsana 2023an li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku mîtînga Erdogan a li bajarê Mêrsînê jî hatiye hilweşandin û bo demek din hatiye paşxistin.

Kandemîr dibêje: “Birêz Serokkomarê me dê sibe bi awayek online beşdarî merasîma santrala etomî  ya Akkuyu bibe ku biryar bû sibe (roja Pêncşemê) bê kirin. Tê plankirin ku mîtînga me ya Mêrsînê jî di demek paş de bê kirin.”

Li aliyê din Serokkomarê Tirkiyê piştî têkçûna rewşa wî ya tendirustî  bernameyên xwe yên ligel beşek ji kanalên din jî hilweşandibûn ku biryar bû roja Pêncşemê beşdar bibe.

Serokkomarê Tirkiyê Recep  Tayyip Erdogan dema şeva Sêşemê 26ê Nîsana 2023an di weşana zindî ya bernameya kanaleke televîzyonî de bû, rewşa wî ya tendirustiyê têkçûbû û bername bo demekê hatibû qutkirin. Piştî demekê heman bername careke din destpêkiribû û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gotibû ku di çend mîtîngên dawî de ji ber kar û xebatên propgandayê meîdeya wî  bi awayek ciddî serma girtiye û ji ber wê rewşa wî ya tendirustî têkçûye.