Demirtaş bang li dengderên derveyî welat kir

27-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş li ser hesabê xwe yê medya civakî bang li dengderên derve kir û bi danîna haştaga #Bila dewran bizîvire, ji dengderan xwest dengê xwe bidin.

Selahattîn Demirtaş ê ku ji sala 2016ê ve di girtîgeha Edirneyê de girtî ye, li ser hesabê xwe yê Twitterê têkildarî hilbijartinên 14ê Gulanê û destpêkirina dengdana welatiyên derve peyamek weşand.

Demirtaş ji dengderên derveyî welat daxwaz kir ku biçin ser sindoqên dengdanê û deng bidin.

Demirtaş ji dengderên derveyî welat re nivîsî: “Bo te mafê dengdanê dest pê dike û roja Sêşemê 9ê Gulanê bidawî dibe. Dengê xwe yê derveyî welat bi kar bîne #Bila dewran bizîvire.”

Her wiha Demirtaş di peyama xwe de noteke bi destxetê xwe nivîsî jî belav kir û têde dibêje: “Xwişk û birayên min ên hêja bo dengdanê tika ye ji niha ve hemû karên xwe rêk bixe. Jibîr neke bi dengê te dê qedera welat were guhertin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst