Bo hilbijartinên Tirkiyê dengderên derve dest bi dengdanê kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Bo hilbijartinên Serokkomarî û gera 28emîn a Parlamentoya Tirkiyê îro 27ê Nîsanê demjimêr 8:00ê sibê dengdana welatiyên Tirkiyê yên li derve dijîn li deriyên sînorî, firokexane û nûnertiyên Tirkiyê yên li welatan dest pê kir.

Jibo hilbijartinên Tirkiyê yên 14ê Gulanê dendana welatiyên ji derveyî Tirkiyê di demjimêr 8:00 de dest pê kir.

Di serî de li firokexaneya Stenbolê, li firokexaneyan, deriyên sînorî û konsolxane û Balyozxaneyan dengdanê dest pê kir.

Dengderên ku navnîşana wan li derveyî Tirkiyê ye, dê bikarin 6 çûn, 6 jî hatin bi giştî li 12 sindoqên li Firokexaneya Stenbolê dengê xwe bidin.

Dengdana li deriyên sînorî jî ku îro dest pê kir dê heta 14ê Gulanê roja Yekşemê demjimêr 17:00 berdewam bike.

Bo hilbijartinên 14ê Gulanê li 75 welat û 156 cihan li nûnertiyên Tirkiyê sindoqên dengdanê hatine danîn. Herwiha li deriyên sînorî bo dengderên derve 4 hezar û 671 sindoq hatine danîn.

Li gor amarên fermî, 3 milyon û 416 kesên derveyî Tirkiyê di hilbijartinên îsal de mafê wan ê dengdanê heye ku 277 hezar û 646 ji wan bo cara yekem diçin ser sindoqên dengdanê.