Organîzmaya genetîka wê hatî guhertin bi fermî hat erêkirin

27-04-2022
RÛDAW
Nîşan GMO Erêkirin Garis
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Biryara erêkirina bikaranîna garis û soyaya ku ji aliyê genetîkî ve hatî guhertin (GMO) ku wek xwarina ajelan ji bo hilberîna goştê mirîşkan tên bikaranîn di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Hat diyarkirin ku li ser serlêdana Komeleya Pîşesazên Goştê Balindeyan, Wezareta Çandiniyê û Daristanan ya Tirkiyê, hin cure û berhemên garis û soya ya ku bi awayê genetîkî ve hatine guherandin ji bo xwarina ajelan, hatin qebûlkirin.

Derbarê mijarê de biryarên ewlehiya bîyoyê di Rojnameya Fermî de hatin weşandin.

Li gorî vê, Wezaretê bi nirxandina raporên ku ji aliyê komîteyê ve hatine amadekirin, bi şertê ku şert û mercên diyarkirî bên şopandin, bikaranîna cure û berhemên soyaya bi genetîkî ve guhertî û cureyên garis û berhemên di xwarina ajelan de erê kir.

Berhemên ku genetîkî ve hatine guherandin divê tenê di xwarina heywanan de, wekî xwarin an madeya xav a xwarinê werin bikar anîn.

Hat destnîşankirin ku dema biryarê wek 10 sal hat diyarkirin.

Wezaretê her wiha biryar da ku bi karanîna "Aspergillus oryzae" enzîma fîtazê ya ji bo xwarinê çêbike ku ji aliyê ewlehiya xwarinê ve xeternak e û kapasîteya wê bi rêbazên nûjen ên biyoteknolojî ve hatiye pêşve xistin, bi şertê ku hin merc werin şopandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst