Biryara derbarê Doza Geziyê de bû sedema nerazîbûnan

Hewlêr (Rûdaw) - Biryara Dadgeha Stenbolê ya derbarê Doza Parka Gezî de bû sedema nerazîbûnan.

Bi sedan kes rijiyan êvara roja Sêşemê ser Cadeya Îpek nêzîkê Meydana Taksîmê ya Stenbolê û li beramber rûniştina dawî ya dadgehê ya derbarê dosyeya xwepêşandanên Parka Gezî de nerazîbûnê pêşan dan ku roja 25ê Nîsanê li 13emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat kirin.

Rûniştina dadgehê bi biryara zîndankirina heta hetayê ya bazirganê Tirk Osman Kavala û zîndankirina 7 kesên din bi dawî bû.

Walîtiya Stenbolê di daxuyaniyekê de dibêje, xwepêşandan bê mohlet hatiye kirin û ligel ku tîmên polîs hişyarî dane belav nebûne, 51 kes hatine desteserkirin.

Biryara Dadgeha Stenbolê ne ku tenê bû sedema nerazîbûna civakê, lê opozisyonê jî nerazîbûn pêşan da. HDP dibêje, dadweran di bin sîbera desthilatê de biryar dane.

Derbarê biryarê de Wekîlê Serokê Fraksyona HDPê Saruhan Oluç got: “Derbarê yasayan de li ser mijarekê diaxifin, derbarê Desteya Dadwerên Dadgehê de behsa mijarekê dikin. Behsa wê dadgehê dikin ku kesek piştî wêya du caran bêtawaniya wî hat îspatkirin, cara sêyem dadgeh dike û cezayê heta hetayê zîndankirin li ser ferz kiriye. Behsa endamekî desteya dadwerî ya wê dadgehê dikin, ku di lîsteya AK Partiyiyê de bû daku bikin berbijêr.”

Wekîlê Serokê Fraksyona AK Partî rexneyên opozisyonê red dike û berevaniyê li biryara dadgehê dike.

Wekîlê Serokê Fraksyona AK Partiyê Bulent Turan jî got: “Em berê xwe didin biryara dadwerên xwe, lê em berê xwe nadin wêya ka dadwerên me berê çi kirine. Mercên bûbe dawer hebin û bûbe dadwer, di ezmûnan de serkeftî be, di ceribandina asayîşê re derbas bûbe û hemû tiştekî temam bin, bêgûman di çarçoveya yasayan de nirxandin bo biryarên wî tê kirin, lê berê çi kiriye, nirxandin bo nayê kirin.”

Karsaz û çalakvanê Tirk Osman Kavala ji sala 2017an ve bi tohemeta “Rola wî di hewla darbeyê de hebûye û sponsoriya xwepêşanderên Parka Gezî kiriye” hatiye girtin. Du caran biryara bêtawaniya wî derketiye, lê careke din hat dadgehkirin û cezayê heta hetayê yê zîndankirinê li ser hat ferzkirin.