Partiya DEVAyê biryara xwe derbarê hilbijartinan de eşkere kir

27-04-2022
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Partiya Demokrasî û Pêşveçûn (DEVA) Alî Babacan ragihand ku ew dê bi nav û logaya xwe beşdarî hilbijatinên bê yên Tirkiyê bibin.

Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan li ser hesabê xwe yê twitterê biryara partiya xwe ya derbarê beşdarkirina hilbijartinan de eşkere kir.

Alî Babacan dibêje: “Me wek Partiya Demokrasî û Pêşveçûn biryar da ku bi nav, hêz û bi logoya xwe beşdarî hilbijartinên li pêşiya me bibin. Bila ev biryar ji bo welatê me û ji bo demokrasiya li ser xêrê be.”

Babacan di civîna çapemeniyê ya heftane ya partiya xwe de jî têkildarî biryarê got: “Partiya me biryar da ku bi nav û logoya xwe bikeve hilbijartinê. Hêvîdar im ev biryar nebe sedema şaştêgihiştinê. Em li pişt hemû sozên ku me li ser maseya şeş partiyan dane û em bi biryar in ku qadên hevkariyê berfireh bikin. Di dirêjahiya dîrokê de me dîtiye û dijîn ku biryarên bi jehra kîn û tolhildanê têne girtin ji bilî neheqiyê tiştek bi xwe re naynin. Em dê Tirkiyeyê nekin tolhildanê.”

Serokê DEVAyê herwiha got, "Ez ji bo welatê me, ji bo demokrasiya me serketinê dixwazim. Tirkiye ji 1ê mezintir e, Tirkiye ji 1ê mezintir e. Ez dibêjim vaye meydan. Tişta ji wê tê bikin. Em dê bendavan hilweşînin û bên."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst