Li Stenbolê ji ber doza Geziyê 51 kes hatin desteserkirin

27-04-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Stenbolê di xwepêşandana nerazîbûna li dijî biryara derbarê dosyeya Gezî de 51 kes hatin desteserkirin

Şevê din li ser bangewaziya piştgiriya bo Taksîmê gelek kesên ku li navçeya Beyoglu ya Stenbolê kom bûn li dijî biryara Doza Geziyê civîneke rojnamevanî saz kirin û xwestin dest bi xwepêşandanê bikin, lê polîsan destwerdan kirin û rê nedan xwepêşandan birêve biçe.

Hêzên polîs herwiha 51 kes jî desteser kirin.

Di derbarê bûyerê de Parêzgariya Stenbolê daxuyaniyek belav kiriye û têde dibêje, ji bo lidarxistina vê xwepêşandanê rêpêdan nehatiye wergirtin, lewra hêzên polîs destwerdan kirine û 51 kes hatine desteserkirin.

Parêzgariya Stenbolê diyar kiriye, piştî daxuyaniya çapemeniyê ya li Beyogluyê hin kesên di komê de “li dijî Qanûna Civîn û Xwepêşandanan a bi hejmara 2911an li Meydana Firuzaga û derdora wê hatin cem hev û bêyî destûr meşiyan.”

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst