Li Denîzlî agir bi kargeheke cil û bergan ket

27-04-2019
RÛDAW
Nîşan Denîzlî Kargeh Cilûberg
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li qezaya Pamukkale ya ser bi bajarê Denîzlî yê Tirkiyê agir bi kargeheke çêkirina cil û beragn ket û di demeke kurt de agir li tevahiya kargehê belav bû.

 

Piştî agahdarbûnê gelek tîmên agirvemirandin, tendirûstî û polîsan bo cihê bûyerê hatin şandin.

 

Kargeh şewitî û nêzîkî  2 saet û nîv agir berdewam bû û tîmên agirvemirandinê bi 20 otomobîlan hewl dan agir vemirînin.

 

Ev bûyer li taxa Korucak a Pamukkaleyê saet 03.30 serê sibeha îro çêbûye û heta niha nayê zanîn ka sedem çi bûye.

 

Karkeran jî hewl dan kelûpelên nav kargehê derxînin derve û heta niha derbarê zerar û ziyanan de ti agahî nehatine belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst