Gelo Selahattîn Demîrtaş ji DEM Partiyê re name nivîsandiye?

27-03-2024
Nîşan Selahattîn Demîrtaş DEM Partî Name Parêzer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Koma Parastina Demîrtaş got, “Îdiaya ku dibêje Birêz Selahattîn Demîrtaş bi armanca midaxeleya hilbijartinên xwecihî name ji Navenda Giştî ya DEM Partiyê re nivîsiye, bi temamî derew e.”

Dihat angaştkirin ku Selahattîn Demîrtaş bi armanca midaxeleya hilbijartinên xwecihî nameyek ji Navenda Giştî ya DEM Partiyê re nivîsiye.

Parêzerên Demîrtaş bi rêya medyaya civakî li ser vê îdiayê daxuyaniyek da û got:

“Îdiaya ku dibêje Birêz Selahattîn Demîrtaş bi armanca midaxeleya hilbijartinên xwecihî name ji Navenda Giştî ya DEM Partiyê re nivîsiye, bi temamî derew e.

Em hêvî dikin baweriyê bi van nûçeyên derew neyînin ku DEM Partiyê û parezerên wî tohmetbar dikin.”

Selahattîn Demîrtaş ji sala 2016an ve li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst