Li Trabzonê hezaz: 3 karkeran canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hayratê ya parêzgeha Trabzonê ya Tirkiyeyê hez li erdê ket û 3 karkerên ku di bin axê de man canê xwe ji dest da.

Li gorî zanyariyan, li taxa Balabanê ya navçeya Hayrata Trabzonê di dema çêkirina xeta ava vexwarinê de hezaz çêbû û 3 karker di bin axê de man.

Li ser agahdarkirinê tîmên rizgarkirinê çûn cihê bûyerê.

Qaymeqamê Hayratê Davut Elmastaş di daxuyaniya xwe ya yekem de ragihand ku 3 karker di encama hezazê de di bin axê de mane û cenazeyên 2yan ji wan hatine derxistin.

Elmastaş herwiha da zanîn ku kar û xebatên lêgerîna karkerekî din jî berdewam dikin.

Piştre Parêzgariya Trabzonê jî li ser bûyerê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û ragihand ku cenazeyê karkerê din jî hatiye dîtin û her sê karkerên ku di bin axê de mabûn canê xwe ji dest daye.