Tirkiyê geştên esmanî yên bo Îsraîlê rawestand

27-03-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Îsraîl Geştên Esmanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyê ji ber xwepêşandan û mangirtinên ku li Îsraîl despêkirîn geştên xwe yên esmanî yên bo wî welatî rawestandin.

Çend heftî ne li pey hev xwepêşandanên berfireh li îsraîlê li dijî plana hikûmetê ya ji bo sînordarkirina desthilata dadê tên lidarxistin.

Piştî ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, Wezîrê Berevaniyê Yoav Gallant ji kar dûrxist li dijî wê biryarê xwepêşandanên Îsraîlê berfirehtir bûn û li gelek cihan dest bi mangirtinê hat kirin.

Her wiha karmendên firokexaneya Ben Gurion jî dest bi mangirtinê kirin. Piştî wê mangirtinê û gurbûna xwepêaşandanan Geştên Asmanî yên Tirkiyê yên ku ji Stenbolê diçûn Israîlê geştên xwe rawestandin.

Tirkiyê di 27ê Adarê 2023an de bi sedema ku li Îsraîlê xwepêşandan zêdebûne geştên xwe yênesmanî yên ji Stenbol bo Tel Aviv rawestandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst