Prof. Dr. Ahmet Ercan: Li 11 parêzgehan hejmara miriyên erdhejê çawa dibe 50 hezar?

27-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endezyarê Jeofîzîkê Prof. Dr. Ovgûn Ahmet Ercan rexne li amarên fermî yên derbarê qurbaniyên erdhejên 6ê Sibatê de girt û ragihand “Ten li Antakyayê ji 3 hezarî zêdetir avahî hilweşiyane, herî kêm 48 hezar kes di bin hilweşînê de mane, 40 hezar ji wan nayê payîn ku sax bimînin, çawa dibe ku li 11 parêzgehan hejmara miriyan 50 hezar be?”

Endezyarê Jeofîzîkê Prof. Dr. Ovgûn Ahmet Ercan derbarê hejmara qurbaniyên erdhejên 6ê Sibata îsal ên li 11 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê daxuyanî da.

Prof. Dr. Ovgûn Ahmet Ercan amaje bi amarên fermî yên derbarê qurbaniyên erdhejê de kir û goman xiste ser wan amaran.

Ovgûn Ahmet Ercan got: “Tenê li Antakyayê zêdetirî 3 hezar avahî hilweşiyane, herî kêm 48 hezar kes di bin kavilan de man û nayê çaverêkirin ku 40 hezar kes ji wan sax bimînin, çawa dibe ku hejmara miriyan li 11 parêzgehan 50 hezar kes be?

Ez ditirisim ku çima hejmara tevahiya avahiyên hilweşiyayî û hejmara miriyan nayê dayîn?”

 

 

Roja 6ê Sibatê du erdhejên mezin bi hêza 7.7 û 7.6 pileyê Rîxter 11 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejandin. 

Navendên herdu erdhejan li navçeyên Bazarcix û Elbistan ên Mereşê bûn û li gor Serokê AFAD'ê Yunus Sezer di encam de 50 hezar û 96 kesan jiyana xwe ji dest dan û 107 hezar û 204 kes jî birîndar bûn.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst