Îmzeyên bo Aysel Tugluk hatine komkirin bo Wezareta Dadê tên şandin

27-03-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Platforma Aysel Tugluk û Azadiya Nexweşên Girtî ragihand ku îmzeyên bo azadkirina Aysel Tugluk kom kirine dê bişînin Wezareta Dadê ya Tirkiyê û hewlên wan berdewam bin.

Endama Platforma Aysel Tugluk û Azadiya Nexweşên Girtî Zehra Fidan amaje bi wê yekê da ku rewşa tendirûstî ya siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk ku ji sala 2016an û heta niha li girtîgeha Tîpa F a Kandirayê tê girtin di metirsiyê de ye û divê bilez bê berdan. Fidan dibêje îmzeyên ku platformê kom kirine dê bo Wezareta Dadê ya Tirkiyê bên şandin.

Ligel vê yekê Saziya Pizîşkiya Dadî ya Tirkiyê di rapora xwe ya nû de ku 4ê Sibata 2022ê amade kiriye û 15ê Sibatê di medya Tirkiyê de belav bûbû digot, parlamentera berê ya HDPê Aysel Tugluk dikare di girtîgehê de bimîne û tenê kêmasiyeke wê ya sivik di têgehiştinê de heye.

Parlamentera berê ya HDPê Aysel Tugluk, ji sala 2016an ve di Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê de ye û nexweşiyên wê yên kronîk hene. Ji bo azadkirina Tugluk heta niha çendîn kampanya hatine kirin û hejmarek baroyên Bakurê Kurdistanê jî bang li aliyên peywendîdar kirine ku Aysel Tugluk nikare bi tena serê xwe jiyana xwe berdewam bike, lewra divê bê azadkirin.

Dema Aysel Tugluk hevserokatiya DTPê dikir, DTP hat girtin û bo Aysel Tugluk jî biryara qedexeya siyasetê hatibû dayîn. Aysel Tugluk li Tirkiyê tekane parlamentera jin e ku ji bo wê biryara qedexeya siyasetê hatibû dayîn. Tugluk ligel nasnameya xwe ya siyasetmedariyê di heman demê de endama Baroya Stenbolê jî bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst