Yekîtiya Bijîşkên Tirk derbarê zêdetir belavbûna Coronayê de hişyarî da

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Bijîşkên Tirk di derbarê rewşa Coronayê ya li wî welatî raportek belav kir û ragihand ku ew pêşbînî dikin pêleke mezin a Coronayê berê xwe bide Tirkiye.

Di wê daxuyaniyê de Yekîtiya Bijîşkên Tirk rexneyên tund li hikûmeta Tirkiyê, Wezîrê Tendirûstiyê û herwiha Encûmena Zanistî digirin.

Yekîtiya Bijîşkên Tirk di raporta xwe de daxwaz kir ku divê Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê û Encûmena Zanistî ya Rûbirûbûna Coronayê dest ji kar bikişînin ku li hemberî belavbûna bilez a Coronayê serkeftî nebûne.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê û Encûmena Zanistî ya Rûbirûbûna Coronayê li hemberî belavbûna vîrûsa Coronayê bêxem bûne û rêyên cuda bikar neanîne.

Herwiha Yekîtiya Bijîşkên Tirk hişyariya wê yekê jî dide ku tsunamiyekî mezin a Coronayê berê xwe dide Tirkiye û tevahiya bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dikevin lîsteya sor.

Ev di demekê de ye ku di heyama 24 demjimêrên derbasbûyî de li Tirkiye û Bakurê 29 hezar û 81 pêketiyên nû yên vîrusa Coronayê hatin tomarkirin û herwiha 153 kesan jî bi Coronayê jiyana xwe ji dest dan.

Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi vîrusa Covid-19 ketine, gihîştiye 3 milyon û 149 hezar û 94 kesan û 30 hezar û 772 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 2 milyon 921 hezar û 37 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 37 milyon û 443 hezar û 913 pişkinînên Coronayê hatine pêkanîn.