Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 193 girtîgeh têne avakirin

27-03-2019
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Girtîgeh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezreta Dadê ya Tirkiyê ragihand ku ji ber zêdebûna hejmara girtî û mehkuman dê di heyama 5 salan de 193 girtîgehên nû werin avakirin.

 

Wezareta Dadê ya Tirkiyê bersîva pirsa Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Muharrem Erkek a “di heyama 5 salên vê dawiyê de we dest bi çêkirina çend projeyên girtîgehan kiriye” da.

 

Wezretê di bersiva xwe de ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi giştî 389 girtîgeh hene û dikarin 211 hezar û 838 kesan lixwe bigirin.

 

Derbarê projeyên nû de jî Wezreta Dadê ya Tirkiyê ragihand: “Ji ber zêdebûna hejmara girtî û mehkuman me plana çêkirina 193 girtîgehan bo heyama 5 salên bê de daniye û niha ji wan 126 têne avakirin û 23 di qonaxa kêmgiriyê de ne, 35 di qonaxa projeyê de ne û 9 jî di qonaxa plandanînê de ne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst