CHP piştî banga Ocalan bi awayekî awarte kom bû
Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Gel a Komarî (CHP) piştî daxuyaniya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi awayekî awarte civiya.
Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bi daxuyaniyeke nivîskî banga çek danînê li rêxistina xwe kir.
Serokê CHPyê Ozgur Ozel, piştî eşkerekirina peyama Ocalan ji aliyê Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ve bangî birêvebiriya partiyê kir ku bi awayekî awarte li navenda partiyê kom bibin.
Civîna awarte ya CHPyê demjimêr 07:00ê êvarî dest pê kir û dê peyama Ocalan bê nirxandin û helwêsta partiyê ya li dijî bipêşketinên nû bê diyarkirin.
Ocalan di peyama xwe de bangî PKKyê kir ku çek deyne û xwe fesix bike.