Li Tirkiyê dê bo kesên nirxê kirê û kelûpelan biha dikin cezayê girtîgehê bê dayîn

27-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej Barkirina Malan Bihakirin Tirkiye Wezareta Dadê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Dadê ya Tirkiyê ji bo ku di navbera 2 heta 5 sal cezayê girtîgehê bo kesên ku di erdhejê û serdemên nexweşiyên bahorê de nirxê kirê û kelûpelan biha dikin bê dayîn dest bi xebatên  amadekirina yasayekê dike.

Bi biryara Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekîr Bozdag ji bo rûbirûbûna bihabûnan di serdemên erdhej û nexweşiyên bahorê de, derbarê yasayeke nû ya cezayan de karûbarên teknîkî hatin destpêkirin.

Li gor zanyariyan dê derbarê vê mijarê de ji bo ku kesên di rewşên erdhej û nexweşiyên bahorê de nirxê kirê û pêdiviyên sereke jiyanê û kelûpelan zêde dikin, bi 2 heta 5 sal cezayê girtîgehê bên cezakirin, dê maddeyeke nû li Yasaya Cezayê ya Tirkiyê bê zêdekirin.

Li gor maddeya nû dê bo kesên ku di rewşên wiha de nirxê pêdiviyên sereke û kirêyan zêde dikin ji 2 heta 5 sal cezayê girtîgehê û cezayê pere bê dayîn.

Piştî erdhejên 6ê Sibatê ku li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bûbûn sedema canjidestdana zêdeyî 44 hezar kesan û hilweşîna bi deh hezaran avahiyan, piraniya qurbaniyên erdhejê ji bajarên xwe berê xwe didin parêzgehên derdora erdhejê û piraniya parêzgehên Tirkiyê lê li wan deran jî nirxê kirê û xaniyan gelek hatine zêdekirin û ev yek bûye sedema karvedanan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst