Serokwekîlê Koma AKPê: Ne pêkan e hilbijartin bê paşxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîlê Koma Parlamentoyê ya AK Partiyê Mustafa Elitaş, derbarê gotegotên paşxistina hilbijartinan de got: “Ne pêkan e hilbijartin bê paşxistin.”

Serokwekîlê Koma Parlamentoyê ya AK Partiyê Mustafa Elitaş, derbarê rojeva Tirkiyê û gotegotên paşxistina hilbijartinan de ji medya Tirkiyê re axivî.

Mustafa Elitaş got: “Sibe Parlamento dest bi xebatên xwe dike. Rojeva yekem yasaya xanenîşînbûnê ye. Eger hemû partî piştgiriyê bikin, em ê sibe dest bi hevdîtinên yasaya ku ji 4 xalan pêk tê bikin û roja Çarşemê biqedînin.”

Elitaş behsa îdiayên paşxistina hilbijartinan kir û ragihand, dê hilbijartin di dema xwe de bêne kirin û ne pêkan e bê paşxistin.