![Serokwekîlê Koma Parlamentoyê ya AK Partiyê Mustafa Elitaş, derbarê rojeva Tirkiyê û gotegotên paşxistina hilbijartinan de ji medya Tirkiyê re axivî Serokwekîlê Koma Parlamentoyê ya AK Partiyê Mustafa Elitaş, derbarê rojeva Tirkiyê û gotegotên paşxistina hilbijartinan de ji medya Tirkiyê re axivî](https://www.rudaw.net/s3/rudaw.net/ContentFiles/717480Image1.jpg?mode=crop&quality=70&rand=1&scale=both&w=752&h=472&version=5020898)
Serokwekîlê Koma Parlamentoyê ya AK Partiyê Mustafa Elitaş, derbarê rojeva Tirkiyê û gotegotên paşxistina hilbijartinan de ji medya Tirkiyê re axivî
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîlê Koma Parlamentoyê ya AK Partiyê Mustafa Elitaş, derbarê gotegotên paşxistina hilbijartinan de got: “Ne pêkan e hilbijartin bê paşxistin.”
Serokwekîlê Koma Parlamentoyê ya AK Partiyê Mustafa Elitaş, derbarê rojeva Tirkiyê û gotegotên paşxistina hilbijartinan de ji medya Tirkiyê re axivî.
Mustafa Elitaş got: “Sibe Parlamento dest bi xebatên xwe dike. Rojeva yekem yasaya xanenîşînbûnê ye. Eger hemû partî piştgiriyê bikin, em ê sibe dest bi hevdîtinên yasaya ku ji 4 xalan pêk tê bikin û roja Çarşemê biqedînin.”
Elitaş behsa îdiayên paşxistina hilbijartinan kir û ragihand, dê hilbijartin di dema xwe de bêne kirin û ne pêkan e bê paşxistin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse