AKP û HDPê li ser Beşîktaş û Fenerbahçeyê daxuyanî dan

27-02-2023
RÛDAW
Nîşan AKP HDP Fenerbahçe Beşîktaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Komîsyona Werzişê yê Serokatiya Stenbolê yê AKPê piştî ku alîgirên tîmên Fenerbahçeyê û Beşîktaşê slogana “Hikûmet Îstifa” bilind kirin daxuyanî da û got, “Derbarê klûban da tedbîrên hiqûqî tên kirin.” Her wiha Hevseroka HDPê jî li ser Twitterê got, “Ez Beşîktaşê digirim.”

Roja 25ê Sibatê li Stadyûma Fenerbahçeyê di dema lîstika tîmên Fenerbahçe û Konyasporê de alîgirên Fenerbahçeyê slogana “Hikûmet Îstifa” bilind kirin. Roja 26ê Sibatê jî alîgirên tîma Beşîktaşê di dema lîstika ligel Antalyasporê slogana “Hikûmet Îstifa” bilind kirin.

Devlet Bahçeli yê ku endamê tîma Beşiktaşê ye nerazîbûn nîşanî alîgirên wê tîmê da û ragihand ku dest ji endamtiya tîma Beşiktaşê berdaye.

Bahçeli her wiha daxwaz kir ku yan tedbîr bên wergirtin an jî lîstikên futbolê bê alîgir bên lîstin.

Endamê Komîsyona Werzişê yê Serokatiya Stenbolê yê AKPê Murat Çebî jî piştî sloganan daxuyanî da.

Murat Çebî destnîşan kir ku ji bo pêşîgirtina li tundî û aloziya di werzişê de qanûn hene û dê li dijî kiryarên li dijî etîka werzişê tedbîr bên girtin û got, “Li stadyumê em dikarin bibêjin ku rêveberî îstifa dike, em dikarin bibêjin dewlet îstifa, em dikarin bibêjin hakem îstifa. Em dikarin bi awayên cuda heqaretê bikin. Erê, em van hemûyan dikarin bên kirin, em azad in. Lê pêvajoyeke wan a tawanê jî heye. Ev kiryarên cezayî ji aliyê nûnerên pêşbirkê û çavdêrên hakeman ve tên diyarkirin û hakem raporên xwe amade dikin. Ev rapor wek lîstina bêyî temaşevan an jî cezayên wek girtina lîstikê, girtina stadan, an cezakirina lîstikvan, serok, cezaya maçê li we vedigerin.”

Pervîn Buldan: Ez Beşîktaşê digirim

Piştî ku Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ji endamtiya Beşîktaşê îstifa kir, Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldan jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parvekirinek kir.

Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldan di parvekirina xwe de got, “Ez Beşîktaşê digirim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst