Ukrayniyên ji ber şer koçberî Tirkiyê bûne; ‘em hê jî bawer nakin’

27-02-2022
Ferdî Sak
Olena Ozdogan dibêje, "Şer gelek zehmet e. Bav û dayîka min li wir man."
Olena Ozdogan dibêje, "Şer gelek zehmet e. Bav û dayîka min li wir man."
Nîşan Ukrayna Rûsya Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Êrişa Rûsyayê li ser Ukraynayê berdewam e û xelkê sivîl mal û warên xwe bicî dihêlin. Beşek ji xelkê Ukraynî jî berê xwe dane Tirkiyê. Ew koçber ku hem xemgîn û hem hêrs in û dibêjin, “Em bawer nakin ku ev yek bûye.” Xelkê Ukraynayê ji bo derbaskirina demeke xweş diçûn Tirkiyê lê vê carê ji neçarî.

`Şer gelek zehmet e`

Welatiya Ukraynî ya bi navê Olena Ozdogan dibêje, “Şer gelek zehmet e. Bav û dayîka min li wir man. Dilê min her kêliyê li wan digere. Tiştên gelek xirab li wir diqewimin. Mirov dimirin. Gelek tirsnak e.”

Olena Ozdogan, ji bo serdana kur û bûka xwe ji Tirkiyê çûbû Ukraynayê lê ji ber êrîşa Rûsyayê neçar man bi hev re ji wî welatî derbikevin. Li ser sînor bi çavên girî behsa trajediya li wê derê dike û hêrsa xwe ya dijî Rûsyayê tîne ziman.

`Dilê min gelek diêşe`

Olena Ozdogan dibêje, “Ez ji Rûsyayê hez nakim. Dilê min gelek diêşe herkes di rewşeke zehmet de ye.”

Şer û rûbrûbnûnan berê hezaran malbatên Ukraynî daye sînorên welatên cîhanê. Piştî şer hejmareke zêde ya Ukrayniyan li ser sînorên Edîrne û Kirklarelî jî tên Tirkiyê.

Viacheslav Shegai hevjîna xwe ya ducanî bi firokeyê ji Ukraynayê şandiye Îzmîrê, lê ew û herdu zarokên xwe neçar mane bi otomobîlê xwe bighînin Tirkiyê.

`Em bawer nakin`

Welatiyê Ukraynî Viacheslav Shegai diyar dike, “Ez bo ravekirina hestên xwe yên derbarê şer de zehmetiyan dibînim. Ji ber piraniya malbata min hê jî li wir in. Duh bi şev ji Kievê reviyan. Em bawer nakin ku ev yek bûye. Gelek ji xelkê li bajaran di metirsiyê de ne.”

Tirkiye bo xelkê Ukrayna ne welatekî xerîb e ji ber sêyem welat e ku xelkê wê li ser asta cîhanê herî bêhtir serdana wî welatî dikin.

Reva ji ber şer

Piraniya wan di mehên havînê de bo borandina demên xweş, diçûn Tirkiyê lê niha bo parastina canê xwe tên.

Li gor Neteweyên Yekbûyî, heta niha zêdeyî 150 hezar kes ji Ukraynayê ji ber şer ji welatê xwe derbider û koçber bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst