Tirkiyê ji ber şer hinardekirina 3 berheman sînordar kir
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Çandinî û Daristanê ya Tirkiyê, ji ber şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de bandorê li kêmbûna xorakê neke, hinardekirina zeyt, fasûlî û nîskê sor sînordar kir.
Li gor medya Tirkiyê, Wezareta Çandinî û Daristanê bi hinceta şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de hinardekirina zeyt, fasûlî û nîskê sor sînordar kir.
Di biryarnameya Wezareta Çandinî û Daristanê de hatiye ragihandin, ku biryar ji ber sedema bûyerên li Deryaya Reş diqewimin hatiye wergirtin, da ku bandorê li kêmbûna xorakê li Tirkiyê neke.
Tirkiye rêjeyeke zêde ya van her sê berheman ji Rûsya û Ukraynayê hawirde dike.