Tirkiyê 400 komando ji Geverê bo sînorê Idlibê veguhest

27-02-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – 400 komandoyên li navçeya Gever a Colemêrga Bakurê Kurdistanê, weke piştevanî ji bo yekîneyên artêşa Tirkiyê yên li Sûriyê, bo herêmê hatin şandin.

Li gor medyaya Tirkiyê 400 komandoyên li navçeya Geverê, bi balafireke leşkerî gihîştine balafirxaneya Hatayê.

Ew karwana komandoyan bi otobûsên sivîl, ji bo piştevaniya yekîneyên artêşa Tirkiyê yên li Sûriyê, ber bî sînor ve rêketine.

Ev di demekê de ye ku li parêzgeha Idlibê ya Sûriyê, artêşa Sûriyê dest bi operasyoneke berfireh kiriye ku di encamê de hejmareke bajarok û deverên stratejîk kontrol kirine.

Tirkiye jî ku niha hejmareke xalên wê yên çavdêriyê li Idlibê ketine jêr dorpêça artêşa Sûriyê, neraziye ji vê rewşê û heta niha hêzeke zêde şandiye Idlibê û hewl dide pêşveçûna hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê ve rawestîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst