Li Çanakkale 39 koçber hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Ayvacik ser bi bajarê Çanakkale yê Tirkiyê 39 koçberên Efxanî ji aliyê hêzên Parastina Peravan ve hatin girtin ku dixwestin bi belemên lastîkî derbasî Grava Lesbos a Yunanîstanê bibin.

 

Vê sibê Çarşemê (27.02.2019) hêzên Parastina Peravê dema li qezaya Ayvacik a Çanakkaleyê navçeya Kadirga erkê xwe yê dewriyeyê cîbicîh dikirin hejmarek koçber di nav belemeke lastîkî de dîtin ku dixwestin biçin Yunanîstanê.

 

Belem ji aliyê hêzên Parastina Peravan ve hat rawestandin û 18 zarok, 10 jin bi giştî 39 koçber hatin girtin.

 

Piştî karûbarên yasayî, koçber bo Navenda Paşdevegerandina Biyaniyan a Ayvacikê hatin şandin.