Barzanî û Yildirim çi axivîn? Fuad Hisên ji Rûdawê re aşkere kir

Enqere (Rûdaw) – Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên ku bi tevî şanda Herêma Kurdistanê li Tirkiyê kiriye, naveroka civîna Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yilrdirim ji Rûdawê re aşkere kir.

 

Fuad Hisên li Enqerê di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re ragihand, ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim li ser gelek mijaran gotûbêj kirin.

 

Fuad Hisên got: “Behsa komek mijaran hat kirin, ku têkilî bi pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê ve hebû. Bi taybet jî di warê aborî de, çimku bi Serokwezîr re pirranî behsa mijarên aborî tê kirin”.

 

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ji Rûdawê re aşkere kir: “Behsa şîrketan, çawaniya alîkarîkirina wan hat kirin. Herwiha ew dikarin çi bikin ji wan re. Wan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê vexwandiye, da ku em derbarê krîza darayî de û ewa ku pêwendî bi şîrketên Tirkiyê ve heye, biaxivîn”.