Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê di budceya sala 2025an de ji bo lêkirina 11 girtîgehên nû 1,2 milyar lîre veqetandin.
Li gorî nûçeya Birgunê, ji butceya giştî 500 milyon lîre dê ji bo girtîgeha ku dê li Sêrtê bê lêkirin werin xerckirin.
Tê pêşbînîkirin ku ji bo temamkirina projeyan heta dawiya sala 2027an bi giştî 23 milyar û 585 milyon lîre werin xerckirin.
Di çarçoveya projeyên Wezareta Dadê yên sala 2025an de ji bilî ku 11 girtîgehên nû bên lêkirin dê kapasiteya girtîgehên heyî jî were zêdekirin.
Nifûsa girtîgehan 384 hezar û 216 e
Ji 2yê Kanûna Paşîn a 2025an û vir ve hejmara kesên ku di girtîgehan de dimînin gihişt 384 hezar û 216 kesan.
Ji vê hejmarê 328 hezar û 708 kes mehkûm û 49 hezar û 596 kes jî girtî ne.
Ji yên ku di girtîgehan de dimînin 363 hezar û 708 kes mêr, 16 hezar û 770 kes jin û 3 hezar û 778 kes jî zarok in.
405 girtîgeh hene
Li gorî amarên Midûriyeta Giştî ya Ceza û Girtîgehan a Wezareta Dadê, li seranserê Tirkiyeyê bi giştî 405 girtîgeh hene.
Hat ragihandin ku kapasîteya girtîgehên heyî 301 hezar û 397 kes e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse