Rojnemeya Xwebûnê hat astengkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Erziromê biryara astengkirina malpera rojanemeya Kurdî “Xwebûn”ê da.

Xwebûn rojnameyeke Kurdî ya Bakurê Kurdistanê ye û heftane weşana xwe bi zimanê Kurdî dike.

Lê 2yemîn Dadgeha Cezayan a Erziromê bêyî sedemeke nîşan bide têketina malpera Xwebûnê asteng kir.

Li gorî agahiyan dê parêzerên Xwebûnê 29ê vê mehê li dijî biryarê îtîrazê bikin.

Rojnameya Xwebûn di 21ê Kanûna Peşîna 2019an dest bi weşana heftane kir.

Malpera rojnameyê 28ê Kanûna Paşîna 2022an jî hatibû astengkirin.

Rojnameya Xwebûn bi zaravayên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî weşanê dike.