Bûrsa: Polîsekî dayik, 2 bira û jinbiraya xwe kuştin

27-01-2023
RÛDAW
Nîşan Bûrsa Polîs
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Bûrsayê yê Tirkiyê polîsekî Tevgera Taybet dayik, bira û jinbiraya xwe bi çek kuştin.

Polîsê Tevgera Taybet ê Tirkiyê Adem Erguner ku di navbera wî û dayika wî de pirsgirêka deyn hebû, roja Înê 27ê Çileya 2023an gazî dayik û birayên xwe kirin ku bên daristaneke li nêzîk Gola Îznîkê ya li navçeya Orhangazî ya Bursayê.

Li gor zanyariyan polîsê navborî piştî demek ji nîqaşê, bi çekê teqeyê li endamên malbata xwe kiriye û di encamê de dayika wî Bedriye Erguner, birayê wî Remzi Erguner û jinbiraya wî Fatma Erguner li cihê bûyerê canê xwe ji dest dane û birayê xwe yê bi navê Mehmet Erguner jî birîndar kiriye, hat diyarkirin ku Mehmet Erguner tevî hemû hewldanan nehat rizgarkirin û canê xwe ji dest da.

Hat ragihandin Adem Erguner piştî ku 3 kes ji malbata kuştine bi xwe çûye navenda ewlekariyê û xwe radest kiriye.

Li gor agahiyan Adem Erguner li parêzgeha Çewligê ya Bakurê Kurdistanê erkdar bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst