Erdogan: Ocalan ji peyamên Demirtaş aciz e

27-01-2022
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyip Erdogan Abdullah Ocalan Selahattin Demirtaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayip Erdogan got: “Ocalan ji peyamên ku Demirtaş dişîne derve aciz e.”

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, beşdarî bernameya televîzyonê bû û derbarê rojeva Tirkiyê de pirsên rojnamevanan bersivandin.

Recep Tayip Erdogan derbarê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ku pêştir jî anîbû ziman got: “Rastiyeke li holê ye, ku Ocalan ji peyamên Demirtaş ji wir dide aciz e. Tenê desthilatek heye ku serokê rêxistina terorê berde, ew jî dema tifaqa zelîl ku HDP di nav de be bê desthilatê, eger heye tiştekî wiha bibe. Em bi ti awayî rê nadin van tiştan. Bêbextiya vê xanimê bi vî awayî ne siyaset e, hêviya ji derewan e. Ev xanim, gotinên me li gor dilê xwe fêm dike, ji ber ku sozên dane HDPê ji karê wê re dibin.”

Erdogan 12 Çileya 2022ê di daxuyaniyeke xwe de amaje bi Selahattîn Demîrtaş da, ku ji sala 2016ê ve li girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê girtî ye û îdia kiribû ku Demîrtaş dê hesêb bide Abdullah Ocalan ku ji sala 1999ê ve li girtîgeha Îmraliyê ya Bursayê ye. Selahattîn Demîrtaş di bersiva xwe ya ji bo gotinên Erdogan de gotibû: “Siyasetmedar tenê hesabê didin, gel, parlamento, daraza serbixwe û partiya xwe.”

“Mebesta min ne Sezan Aksu bû”

Erdogan derbarê hunermenda Tirk Sezen Aksu jî ku pêştir gotibû “Em ê zimanê wê jêbikin” got, “Mixataba min li wir ne Sezen Aksu ye. Sezen Aksu, navekî girîng a muzîka Tirkî ye. Lê ji aliyê din ve, ez wek serokkomar baweriya mirovên me çi dibe bila be, rê nadim ji pîrozên wan re gotin bên kirin. Di vir de tenê ne ji bo Hz. Adem û Hawa, di heman demê de li dijî dayika me Meryem jî heqaret heye. Min peyva `jêkirina ziman` ne li dijî kesayetiyekê, wek helwesteke li dijî heqareta li pîroziyan anî ziman. Ma em ê ji bo parastina pîrozên xwe yasayê derxînin?”

“Sedef Kabaş sivikatî li kursiyê min kiriye”

Erdogan derbarê rojnamevana jin Sedef Kabaş a bi hinceta heqareta li dijî wî hat girtin jî got: “Heqareta li wir berî hemû tiştî, ne li dijî kesayetiya min e, li dijî kursiya ez temsîl dikim e. Li vir mijar, hedef girtina serokkomarê ku dewletê birêve dibe û kursiya wî ye. Em rê nadin van tiştan. Yasa çi pêwîst bike, encam çi dibe bila bibe, tiştê pêwîst dê bê kirin. Pêwndiya vê yekê bi azadiya raderbirînê re nîne.”

Serokomarê Tirkiyê herwiha amaje bi wê yekê kir ku di siyasetê de rexne dibin, lê helbet divê bi zimanekî paqij bibe û got: “Em ê şeref û rêza van kursiyan bi milletê hêja re biparêzin. Li aliyê din hema bêje li hemû welatan heqareta li serokkomar tawan e. Ez wek zarokekî vî milletî bi %52 hatim hilbijartin. Di bingehê de ew li ser şexsê min, heqaretê li millet dikin. Şibandina axur jî li dijî milletê hêja heqaret û bêedebî ye. Ev tawan bi ceza namîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst