Navê Esat Oktay li dibistanê hatibû kirin, Wezareta Perwerdeyê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê  ragihand ku navlêkirina dibistanê wek Esat Oktay Yildiran xeletî ye û ew xeletî nayê qebûlkirin.

Qeymeqamtiya Bucayê bi dîmenan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku navê Dibistana Seretayî ya Şehîd Sadik Şen wek Dibistana Seretayî ya Esat Oktay Yildiran hatiye guhertin.

Herwiha di nav dibistanê de cihekî bîranînê ji bo Esat Oktay Yildiran hatiye amadekirin.

Esat Oktay Yildiran di pêvajoya derbeya 12ê Îlona 1980an de berpirsê Girtîgeha Leşkerî ya Amedê bû.

Di girtîgehê de ji ber şkenceyên wî yên giran nêzîkîê 50 kesan canê xwe ji dest dan.

Piştî derbeyê hezar û 600 kesan bi hinceta ku şkence dîtine derbarê Esat Oktay Yildiran de gilî tomar kir.

Lê dadgehan lêpirsîn nedan destpêkirin.

Girtîgeha Amedê ji ber şkenceyên Esat Oktay Yildiran, li ser asta cîhanê yek ji girtîgehên herî xirab tê qebûlkirin.

Piştî belavkirina nûçeyê li ser medyaya civakî bi taybet di nav Kurdan de gelek nerazîbûn hatin nîşandan.

Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê piştî nerazîbûnan daxuyaniyek da û got xeletiyek ku nayê qebûlkirin.

Di daxuyaniya xwe de Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê got:

“Dema em bidin ber çavan ku ji demên berê ve navê wan kesên bi bûyerên ku  hesta dadmendiyê ya civakê êşandine û wijdan bixwînkirine tên bîranîn,  hertim ji ser cadde û kolanan hatine rakirin, dê bi asanî bê famkirin ku karek wiha xeletiyeke ku ji aliyê wezareta me ve nayê qebûlkirin

Di kîjan serdemê de be bila bibe ne pêkan e em vê biryarê qebûl bikin ku xeletiyên serdemekê li bîra me hiştine.”

Esat Oktay Yildiran Stenbolê 22ê Çiriya Pêşînê ya 1988an di otobuseke rêwiyan de bi sê guleyan hatibû kuştin.