Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê li ser 15 leşkerên birîndar daxuyanî da

26-12-2023
Nîşan Fahrettîn Koca Leşker Birîndar Gerîla PKK Daxuyanî Hizbullah Davası
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca diyar kir ku di şer û pevçûnên bi gerîlayên PKKyê 15 leşkerên wan birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya Fahrettîn Koca, 6 ji wan birîndaran li Enqereyê tedawî dibin.

Tedawiya 7 leşkeran jî li Şirnexê didome û 2 leşkerên ku li Şirnexê dihatin dermankirin şandine malên wan.

Gerîlayên PKKyê 22 û 23yê Kanûna Pêşînê bi ser baregehên artêşa Tirkiyeyê de girtibû û li gorî Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê 12 leşker hatibûn kuştin.

Li aliyê din, HPGyê ragihandibû ku 27 leşker hatine kuştin û 4 gerîlayan canê xwe ji dest daye.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca destnîşan kir ku 15 leşkerên wan birîndar bûne li ser rewşa wan a tenduristiyê agahî dan.

Koca diyar kir, wî seriyek daye 6 leşkerên ku li Enqereyê tedawî dibin û got: “Rewşa wan a tenduristiyê baş e, ew li serwîsa normal tedawî dibin.

Niha li beşa nexweşiyên giran leşkerên me nînin. 7 leşkerên ku li Şirnexê tedawî dibin jî baş in.”

“Operasyona Pence-Kilîdê”

Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.

Li gorî Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê, di vê operasyonê de 841 gerîlayan canê xwe ji dest daye û 123 leşkerên wan hatine kuştin.

Li gorî HPGyê jî 3 hezar û 60 leşkerên Tirkiyeyê hatine kuştin û 400 gerîlayî canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst