Li ber konsulxaneya Fransayê ya li Stenbolê çalakî: 14 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) xwest li ber deriyê Konsulxaneya Fransayê ya li Stenbolê daxuyaniyekê di derbarê êrîşa li Parîsê de bide, lê belê polîsan rê neda wan û 14 kes jî desteser kirin.

Peyamnêrê Rûdawê yê Stenbolê Omer Sonmez ragihand ku îro Duşemê 26ê Kanûna 2022yan li ser banga Komîsyona Çandê ya HDKê, Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM), BEKSAV û Navenda Çandê ya Golge ji bo protestokirina êrişa li Parîsê girseyeke li ber Konsolosxaneya Fransayê ya Stenbolê ya li Kolana Îstîklalê ya navçeya Beyoglû ya Stenbolê kom bû.

Girseyê xwest li dijî êrîşa ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê û kuştina 3 welatiyên Kurd protesto bike.

Polîsên ku destûr nedan çalakiyê, koma ku Parlamenterê HDPê yê Stenbolê Musa Piroglu jî di nav de bû asteng kirin.

Sonmez da zanîn ku girseya ku nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl jî di nav de cih digirin hatin dorpêçkirin û astengkirin. û herî kêm 14 kes hatin desteserkirin.

Roja Înê 23ê Kanûna 2022an li navenda Parîsa paytexta Fransayê kesekî 69 salî bi çekê êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û sertraşxaneyekê kir û di encamê de 3 welatiyên Kurd ên bi navê Mîr Perwer, Emîne Kara û Ebdullrehman Kizil canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn. Her sê welatiyên ku canê xwe ji dest dane, ji Bakurê Kurdistanê ne.