Wezîrê Dadê yê Tirkiyê li ser rewşa girtiyên nexweş axivî

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag rexneyên li ser mirina efserê pilebilind ê Vural Avar ê ku ji doza 28ê Sibatê di girtîgehê de bû bersivand û diyar kir ku dê li ser girtiyên nexweş sererastkirinê nû were kirin.

Li gorî amarên Komeleya Mafên Mirovan, li girtîgehên Tirkiyeyê hezar û 517 girtiyên nexweş hene ku 651 ji wan nexweşiyên wan ên giran in.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag roja Yekşemê di weşana zindî ya kanaleke Tirkiyê de pirsên li ser rojevê bersivand û destnîşan kir ku wî li ser girtiyên nexweş hişyarî da Serokê Saziya Tiba Edlî û ji bo zêdekirina efûya taybet a Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan peyam da.

Bekir Bozdag got, “Li ser Tiba Edlî nameyeke me ya navxweyî heye. Ez wê nameyê didim cibibîkirin. Em dê di rojên pêş de vê nameyê bixin meriyetê. Ji ber ku Tiba Edlî efûya taybet a Serokkomarê me bikar tîne. Welatiyên me li ser girtiyên nexweş hesasiyeteke mirovî nîşan didin. Ez bi wan re me. Divê em li vir hesasiyeta mirovan di asta herî jor de bigirin.”

“Dema Saziya Tiba Edlî raporê nede girtîgeh û dozger nikarin tiştekî bikin”

Bekir Bozdag anî ziman, “Ji girtiyan kesên ku ji vê yekê sûd wergirtin hene lê gelek kes hene ku sûd jê wernegirtin. Sedema wernegirtina sûdê raporên Saziya Tiba Edlî ya li ser vê mijarê ne. Saziya Tiba Edlî diçe, lêkolîn dike, dinirxîne û dibêje, “dikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne an jî heke ew di tesîseke tenduristiyê de be dibe.”

Bozdag diyar kir ku ev yek bi rapora ku ji aliyê Saziya Tipa Edlî ve tê dayîn ve girêdayî ye, heger Saziya Tipa Edlî raporê nede rêveberiya girtîgehê û dozger jî nikarin tiştekî bikin.

"Em ê di nava vê hefteyê de nameyê biweşînin"

Bekir Bozdag got, “Efûya taybet a di çarçoveya 104an de Destûra Bingehîn ji Serokkomar re hîştiye. Lê ew çi dibêje? Nexweşiya domdar, kêmendamtî û kalbûn. Ya ku Tiba Edlî bike çend xalên rewşên nexweşiya domar, kêmendamtî an kalbûn heye nîne? Divê raporeke ku teşhîs û tespîtkirina vê tê de hebe were pêşkêşkirin lê Tiba Edlî vê yekê nake. Ew radigihîne ku dikeve çarçoveya madeya 104 an na. Xala têkildar a xala 104an li ser cezayê ji ber nexweşiya domdar, kêmendamtî û kalbûn hebe cezayê kêm bikin an bi tevahî betal bikin. Bi gotineke din, ew desthilatiya efûyê dide serokkomar ku em jê re dibêjin efûya taybet.”

Bozdag her wiha anî ziman, “Mixabin raporên tiba edlî yên li ser vê mijarê encamên cuda jê derdikevin. Di nava vê hefteyê de em ê giştînameya navxwe jî biweşînin. Ev yek Saziya Tiba Edlî tîne sînorê di qanûnan de. Helbet ev jî dîsa li gor biryara Saziya Tiba Edlî ye.”